Kanûn 19, 2022 17:13 Asia/Tehran
  • Baxçelî bo Kilîçdaroglû: Terka hevpeymaniya şeşalî bike û berendambûna xwe ragihîne

Rêberê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) ji Kemal Kilîçdaroglû rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) xwest ku bêyî berçavgirtina hevpeymaniya şeşalî ya opozîsiyona vî welatî, berendambûna xwe ragihîne.

Devlet Baxçelî rêberê MHP'yê û şirîkê hevpeymaniya serdest, bi gotineke bi tan û qerf ji Kemal Kilîçdaroglû serokê CHP'yê xwest ku bi hilweşandina maseya opozîsiyona şeşalî, berendambûna xwe ragihîne.

Baxçelî bi beşdariya li civîna alîgirên xwe li Mêrsînê, di axaftinekê da CHP û hevpeymaniya opozîsiyona şeşalî tawanbar kir ku ew "Kirêgirtiyê Biyaniyan" in. Wî got: Ne mimkin e partiya ku ji kevneşopî û rastiyên xwe yên siyasî dûr ketiye û pişta xwe daye şêwirmendên bi pere û jidervehatî yên bi miliyonan dolarî, bikare li kêleka gelê me raweste.

Baxçelî her wiha bi hilêxistina îdiaya nakokiyê di navbera partiyên opozîsiyona şeşalî li Tirkiyê li ser berendamê hilbijartina bê, xitabî Kilîçdaroglû got: Ji ber ku te nekarî berendambûna xwe li kombûna neraziyan li Stenbolê ragihînî, vî karî di civîna ku hûn ê dawiya vê mehê li dar bixin, pêk bîne.

 

Serepeyv