Parlamenterê HDPê mercên xwe yên ji bo piştgiriya ji Tifaqa Millet eşkere kir
Parlamenterekî HDPê bi nêzikbûna hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê şert û mercên xwe yên ji bo piştgirîkirina ji Tifaqa Millet eşkere kir.
Parlmenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Hişyar Ozsoy got ku em dê bi van mercana piştgirîyê bidin Tifaqa Millet: Garantîkirina demokrasiya Tirkiyê, parastina azadî, wekhevî, mafên mirovan û çêkirina hawirdoreke guncav ji bo gotûbêja ser pirsa kurdan."
Hişyar Ozsoy di Konferansa Yanzdan a Salane ya Enstîtûya Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê li Washingtonê got: “Em dê piştgiriyê nedin tu berbijêrekî neteweperest. Ez wisa difikirim ku yên bi rewşa siyasî dizanin fêm dikin ku em behsa kê dikin.”
Özsoy diyar kir ku ew li bendê ne ku Tifaqa Millet projeyên xwe yên ji bo serdema piştî Erdogan eşkere bike da ku biryarê bidin ka ew dê piştgiriyê bidin Tifaqa Millet yan na.
Ozsoy diyar kir ku ew li şûna berbijaran li ser projeyan disekinin û got “Ji bo HDPê ya giring ne ew e ku opozîsyon dixwaze kijan berbijarî bixe şûna Erdogan, belkî ya girîng projeyên wê yên ji bo demokratîkkirina Tirkiyê ne.”