Kanûn 17, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Helwesta bigengeşe ya Îyî Partîyê ji bo bidestxistina dengên kurdan, girtina Demirtaş neyasayî ye

Endamekî pillebilind ê Îyî Partî ya Tirkîyê ku bi helwestên tund ên dijî kurdên vî welatî navdar e, hikmên giran û dewama girtîbûna Selaheddîn Demirtaş neyasayî zanîn.

Turhan Çomez rawêjkarê pillebilind ê Meral Akşener Seroka Îyî Partîyê fi axavtinekê da cezakirin  ûgirtina Selaheddîn Demirtaş hevserokê berê yê HDP berovajî sozên navnetewî yên Tirkîyê û neyasayî zanî.

Çömez, diyar kir ku divê Tirkiye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û got “Tirkiye welatekî alî yê DMMEyê ye, îmze kiriye û li gorî DMMEyê divê ev mirov ne di girtîgehê de bin. Ji ber vê yekê li vê derê neqanûniyek heye.”

Çomez derbarê biyara qedexekirina ji siyasetê ya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de jî got ku ew li kêleka Îmamoglu ne.

Ev gotina rayedarê pillebilind ê Îyî Partîyê bi rêbertîya Meral Akşenerê di halekî da ye ku ev partîya wek dûvika MHP hertim dijî kurdên Tirkîyê û daxwazên wan derketîye lewma gotinên rawêjkarê Akşnerê tenê bi armanca bidestxistina dengên kurdên Tirkîyê di hiblijartina bê da bûne.