Kanûn 17, 2022 17:26 Asia/Tehran
  • Erdogan careka din pêgirî ser destpêkirina peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê kir

Serokomarê Tirkîyê amajeyî dema asayîkirina peywendîyên digel dewleta Sûrîyê kir û got: Di sîyasetê da me kîn û xeyidîna heta hetayîyê tineye, piştî hilbijartinên Tirkîyê, em dikarin peywendîyên xwe bidomînin.

Serokomarê Tirîyê Receb Teyyîb Erdogan li rex civîna G20ê li Balîya Endonêzîyê derbara têkilîyên Enqere û Şamê û vê yekê da ku gotibû ``dema wê ku bê, yê bi Bişar Esed ra hevdîtinê pêk bîne`` da got: Piştî hilbijartina di meha Hezîranê da, em dê bikaribin peywendîyan ji nû ve destpê bikin.

Erdogan û rayedarên pillebilind ên Tikrîyê di mehê vê dawîyê da bi caran daxwaz kirine ku peywendîyên vî welatî yên bi hikûmeta Sûrîyê ra bên asayîkirinê, lê rayedarên Şamê dibêjin ku mercê me heye; divê Tirkîye hêzên xwe ji axa Sûrîyê derxe.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed jî gotîye ku berî hilbijartinên Hezîrana bê li Tikrîyê û berî derketina hêzên Tirkîyê ji axa Sûrîyê yê bi rayedarên Enqerê ra gotûbêjê neke.