Kanûn 17, 2022 12:47 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê her meh 3 hezar zarok bêseruşûn dibin an jî tên revandin

Li Tirkîyê parlamenterekî ragihand ku li gor amarên fermî di sala 2021an de 19 hezar û 277 zarok li vî welatî bêseruşûn bûne yanî mehane nêzîkî 3 hezar zarok wenda dibin an jî tên revandin.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Arslan Kabukcuoglu duh di civîneke çapemnîyê da li Parlamentoya Tirkiyê derbarê zarokên wenda û yên tên revandin de diyar kir ku li gor xala 41ê ya destûra bingehîn a Tirkîyê têkildarî parastina malbatê û mafên zarokan divê dewlet dijî tûndûtîjî û îstîsmara li ser zarokan tivdîrên pêwîst bike.

Kabukcuoglu amaje bi wê yekê da ku Tirkiye di rêza gefa revandina ser zarokan de welatekî metirsîdar e û tevî ku asta navîn a zarokên bêseruşûn li cîhanê sedî 30 ye, li Tirkiyê sedî 15 ye.

Wî herwiha got: Li gor amaran sala 2021an 19 hezar û 277 zarok wenda bûne.Ev tê wateya mehane 3 hezar zarok wenda dibin. Di nav salên 2010 û 2014an de hejmara zarokên mexdûr bûne bi rêjeya %76 zêde bûye.

Li gor amarên tomarkirî li Tirkiyê zarokên kur %55 li parêzgehên wek Amed, Dîlok, Riha, Adana, Îzmîr, Stenbol, Kayserî, Bûrsa, Denîzlî û Antalyayê wenda bûne. Zarokên keç jî herî zêde li parêzgeha Antalyayê wenda bûne û di 9 salan de 4 hezar û 559 zarokên keç ên wenda hatine peydakirin.

 

.