Kanûn 16, 2022 15:37 Asia/Tehran
  • Çawûşoxlû ji ber çalakiya PKK'yê li Beljîkayê rexne li vî welatî girt

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji ber çalakiya PKK'yê li Beljîkayê rexne li vî welatî girt.

Li gorî rapora Anadolu News'ê, Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Beljîka nabe ku rê bide komên terorîstî vî welatî wek baregeha çalakiya xwe bi kar bînin.

Çawûşoxlû piştî hevdîtina bi Hace Lehbîb (Hadja Lahbib) wezîra derve ya Beljîkayê li Enqereyê got: "Saziyên ser bi komên FETO û PKK yên terorîstî li Beljîkayê çalak in. Divê rê li ber neçîbikaranîna Beljîkayê ji aliyê van koman wek baregeh were girtin."

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di beşeke din a axaftina xwe da tekezî li ser hevgirtina navbera endamên NATO'yê kir û got: "NATO divê hevkariyên xwe yên di warê têkoşîna dijî terorîsmê da zêdetir bike."

Hêjayî gotinê ye, bi nêrîna hin karzanan, Enqere her komeke dijbera dewletê wek terorîst û cudatîxwaz bi nav dike û rayedarên Tirkiyê erêkirina endamtiya Swêd û Fînlandê li NATO'yê bi rawestandina çalakiya 'Komên terorîstî' va girêdaye.

 

Serepeyv