Kanûn 14, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 44 kes bi tawana sîxoriya ji bo Îsrayîlê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 44 kes li vî welatî bi tawana sîxoriya ji bo MOSAD'ê girtin.

Li gorî rapora ILNA'yê ji zarê malpera Arabi21'ê, Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê roja Çarşemiyê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên vî welatî di operasiyonekê da kesên ku bi rêya kontrolkirina kes û saziyên sivîl ên filistînî li Tirkiyê ji bo Rêxistina Sîxoriyê ya Rejîma Siyonîst (MOSAD) sîxorî dikir, girtin.

Li gorî vê raporê hewldana ji bo girtina 13 kesên din ji van sîxoran didome.

Ev kiryara dewleta Tirkiyê di halekî da ye ku Enqere hertim îdiaya piştevaniya ji gelê Filistînê li hemberî dagirkerî û cinayetên Rejîma Siyonîst dike. Lê ev piştgirî di asta gotinê da bûye û Tirkiyê û Rejîma Siyonîst di pirraniya waran da peywendiya an heye.

 

Serepeyv