Kanûn 13, 2022 09:36 Asia/Tehran
  • Qeyrana bêkarîyê li Tirkîyê

Bêkarî li Tirkîyê veguherîye qeyranekê û bûye sedema dilnigeranîyê. Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku pêwîstî bi 189 kesan weke personelên temîzkirinê heye. Lê hema jibo wan 189 cîyên vala, 54 hezar û 301 kesî navê xwe tomar kirîye ku ji nav wan kesana, 6 hezar û 351 kesî xwendin li zannîgehê qedandîye!

Di nav wan 6 hezar û 301 kesan da jî pirranî ew kesin ku di çiqa rêvebirîya bazirganîyê da xwendine. Yên din jî pirranî çiqa teknîkê li asta lîsê qedandine.

Wezareta Tenduristîya Tirkîyê di daxûyanîyeke din da jî ragihand ku pêwîstî bi 120 kesî wek nobedarê nexweşxanan heye ku ji bo vê yekê 5 hezar û 910 kesan navê xwe tomar kir. Ji nav kesên ku navê xwe ji bo karê nobedarîya nexweşxanan tomar kirîye jî, hezar û 503 kesî xwendin li zannîgehê tevav kirîye.