Kanûn 12, 2022 10:30 Asia/Tehran
  • Piştî tawanên Soylû li dijî Opozîsiyonê, rageşî li Meclîsa Tirkiyê derket

Qada gelemperî ya Meclîsa Tirkiyê li ser civîna vekolandina bûceya wezaretên Malbat, Tenduristî û karên navxweyî di roja derbasbûyî da tûşî rageşî û devojeniyê bû.

Ev rageşî û devojenî piştî wê yekê gurr bû ku Suleyman Soylû wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê dijberên dewleta Receb Teyîb Erdoxan serokomarê vî welatî wek 'Zarên Amerîkayê' bi nav kirin.

Ev gotina Suleyman Soylû ku dema civîna vekolandina bûceya wezaretên Malbat û Xizmetên Civakî, Tenduristî û Karên Navxweyî hatibû hilêxistin, bû sebeba aloziya li nav salûna qada gelemperî ya Meclîsa Tirkiyê.

Partiyên dijber daxwaza istîfaya wezîrê karên navxweyî kir û nûnerên dijber jî dema axaftina Dîriya Yanîk wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî da paşe wî kir.

Ev rageşiyên fîzîkî û devojeniya nûneran li qada Meclîsa Tirkiyê di rewşekê da ne ku gelê vî welatî di mehên vê dawiyê da tûşî qeyrana aborî ya kêmdîtî bûye û bihayê lîreya Tirkiyê gelekî daketiye, rêjeya enflasiyonê hema wisa bilind dibe û belengazî û bêkarî jî her ku diçe zêdetir dibe.

 

Serepeyv