Kanûn 11, 2022 19:45 Asia/Tehran
  • Soylû careke din HDP tawanbarî hevkariya bi PKK'yê re kir

Di devojeniya li parlemana Tirkiyê de, Sulêyman Soylû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê bi hellahella careke din HDP bi hevkariya bi PKK'yê re tawanbar kir.

Di civîna hilkolandina bûdceya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de ku bi beşdariya Sulêyman Soylû, Wezîrê Navxwe li Parlemana Tirkiyê hat lidarxistin, navbera parlemnaterên HDPyê û Soylû devojenî derket û Soylû parlemanterên HDP'yê tawanbarî hevkariya bi PKK'yê re kirin.

 Li gor nivîsîna Rojnameya Cimhûriyetê, civîna parlemana Tirkiyê rastî devojeniya di navbera parlemnaterên HDPyê û Soylû de hat.

Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Fraksiyona HDP'yê Soylû tawanbarî gendelî û diziyê kir. Soylû tiliya xwe ber bi parlemanterên vê partiyê va dirêj kir û ew tawanbarî dijminatiya li hember kurdan kirin.

Di vê devojeniyê de, parlemanetrên HDPyê hinek wêneyên Soylû li kêleka rayedarên Mafiya û gendelkarên aborî nîşan dan.

Devojeniya navbera Soylû û endamên HDP'yê ewqas gurr bû ku Soylû êrişî ser parlemanterên HDP'yê kir ku endamên HDP'yê pêşî lê girtin û ew derxistin derve.

Serepeyv