Kanûn 10, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Li Wanê bo dema 2 rojan çalakî hatin qedexekirin

Li parêzgeha Wanê bo dema 2 rojan hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên rûniştinê ji aliyê parêzgariyê ve hatin qedexerkirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku, di rojên 11 û 12ê Kanûna 2022an de hemû çalakiyên weke, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan, vedana konan û vekirina standan li wê parêzgehê hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ev qedexe bi armanca rêgirtina li ber egera êrîş û çalakiyan û bûyerên tûndûtîjiyê hatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye ji sala 2016an piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Temmûzê ve bi awayekî berdewam li parêzgeha Wanê qedexeya çalakiyan tê ragihandin û ew qedexe her 15 rojan carekê tên dirêjkirin.