Kanûn 09, 2022 13:13 Asia/Tehran
  • Parlamentera HDP'yê:  Sedî 73ê ciwanan naxwazin li Tirkiyê bijîn

Parlamenter û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'yê Dêrsim Dag, li Parlamentoya Tirkiyê li ser pirsgirêkên ciwanan ên aborî, civakî û perwerdehîyê axivî û got: “Ji ber polîtîkayên AKP û MHP'yê ciwan naxwazin li Tirkiyê bijîn û koçî welatên din dikin.”

Dêrsim Dagê bal kişand ser vê yekê ku divê ciwan bê hêvî nebin û ji Tirkiyê koç nekin û got, ew dê bo ciwanan bibin hêvî û dawî li polîtîkayên desthilatê bînin.

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'yê got: “Ciwan naxwazin li Tirkiyeya ku AKP û MHP bidesthilat in bijîn. %73ê ciwanan dixwazin ji Tirkiyê koç bikin. Wate ji her 4 ciwanan 3 kes naxwazin li Tirkiyê bijîn. Banga me bo ciwanan ew e. Bê hêvî nebin û ji Tirkiyê neçin ji ber em bo we hêvî ne. Di demeke nêzîk de em dê desthilatê biguherînin û em dê sîstema ku ciwan di rêveberiyê de bin ava bikin. Em dê bi hevre desthilata ku em neçarî hejarî û birçîbûnê kirine têk bidin. Li dijî kesên ciwanan bêkar dihêlin em dê qadên kar ava bikin. Li dijî wan kesên ku kujerên jinan diparêzin em dê Peymana Stenbolê cîbicîh bikin.”

 

Serepeyv