Kanûn 08, 2022 17:20 Asia/Tehran
  •  18 tawanbarên hevkariya bi DAIŞ'ê ra li Enqereyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Enqereyê 18 tawanbarên hevkariya bi koma terorîstî ya DAIŞ'ê ra girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 25 hemwlatiyên biyanî yên tawanbarê têkiliya bi koma terorîstî ya DAIŞ'ê li Enqereyê nas kirin û 18 kes ji wan girtin.

Li gorî vê raporê, operasiyona polîsê Tirkiyê ji bo gitina heft tawanbarên din didome.

Li gorî ragihandina polîsê Tirkiyê, kesên girtî piştî lêgerîn û pêkanîna qonaxên qanûnî, ji bo vegerandina bo welatên xwe, dê radestî Rêveberiya Koçberiyê ya vî welatî bên kirin.

 

Serepeyv