Rola dîyarker a kurdan di hilbijartina bê ya Tirkîyê da
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Tirkîyê, Yaşar Yakiş ku yek ji damezirînerên AKP ye di nivîsarekê da bala xwe daye ser girîngîya rola kurdan di hilbijartina bê da.
Wî di vê nivîsarê da ku li rojnama Ereb Newsê hatîye weşandinê, temî daye 6 partîyên opozîsyonê ku ji bo wêdadayîna Erdogan û AKP bûne hevalbend, heke bi dû serrketina di hilbijartina bê da ne, HDP û bi milyonan dengderên kurd ji bîr nekin.
Li gorî nêrîna Yaşar Yakiş di civaka sîyasî ya berbelav a Tirkîyê da, kurdan yê roleke dîyarker di hilbijartina di meha Hezîranê da hebin.
Ew dibêje ku hemî kurd dengê xwe nadin partîyên kurdan û di hilbijartina pêber da jî yê hema wiha be. Lewma partîyên opozîsyonê divê planek ji bo bidestxistina dengê wan kurdan hebin ku dengê xwe nafin partîyên kurdan.