Kanûn 06, 2022 07:58 Asia/Tehran
  • Rojnama Karar`ê: Li Tirkîyê di hemî waran da cihêkarî zêde bûye

Civata Çavdêrîya ser Mafên Beranber di raporekê da ragihand ku Li Tirkîyê di hemî waran da cihêkarî zêde bûye û ya herî zêde jî himberî koçber û penaxwazan e.

Rojnama Cumhuriyet çapa Tirkîyê dinivîse ku Civata Çavdêrîya ser Mafên Beranber ku lêkolînan ser mafên merivan dike, rapora ``lêkolînên têkildarî cihkarîyê li Tirkîyê ya meha Mijdara 2020î`` weşand.

Li gorî encamên lêkolînên vê civatê ku bi pişikdarîya hezar û 531 kesî li 26 parêzgehên bi vê pirsê ku ``gelo ketine ber cihêkarîyê yan na?`` pêk hatîyr, hat destnîşankirin ku sedî 54.3yê pişikdaran hertim bi hegera bawerîyên sîyasî li Tirkîyê ketine ber cihêkarîyê.

Li gorî vê raporê ya ser navê ````lêkolînên têkildarî cihkarîyê li Tirkîyê ya meha Mijdara 2020î``, cihêkarî di hemî waran da, ji babeta etnîkî bigire heta bawerîyên mezhebî, ji koçberîyê bigire heta nêrînên sîyasî zêde bûye.

Sedî 28.5ê pişikdaran gotine ku ketine ber cihêkarîya etnîkî, sedî 25.6 gotine ku ketine ber cihêkarîya ji ber bawerîyên mezhebî û sedî 366 jî gotine ku ketine ber cihêkarîya ji ber koçberbûnê.