Kanûn 02, 2022 15:57 Asia/Tehran
  • Balefireke fêrkirinê li Bûrsaya Tirkiyê ket xwarê; 2 kes mirin

Ji ber ketina balefireke fêrkirinê li parêzgeha Bûrsaya Tirkiyê du kes mirin.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji Enqereyê, Ev balefira fêrkirinê ku ji balefirgeha Pamûk Evayê ya şaristana Sakaryaya Bûrsayê rabûbû, piştî 17 deqîqeyan di bilindahiya 1200 metreyî da tûşî kêşeyê bû û ket xwarê.

Yeqûb Canbolat parêzgarê Bûrsayê got, Ev balefira takematorî ji ber hegereke nediyar li nêzikî navendeke guherîna fişara gazê li şaristana Osmanxaziyê ket xwarê û du lêniştiyên wê mirin.

Heft meh berê jî balefireke wiha li Tirkiyê ket û du lêniştiyên wê mirin.

 

Serepeyv