Kanûn 01, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Pêşniyarnameya CHP'yê ya li ser teqîna Stenbolê hat redkirin

Pêşniyarnameya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya derbarê lêkolîna li ser teqîna Stenbolê, li Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengên partiyên desthilatdar, AKP û MHP'yê hat redkirin.

Li gor rapora medyayên Tirkiyê, li ser navê grupa CHP'yê Parlamenterê Stenbolê yê wê partiyê Ali Şeker mafê axftinê wergirtiye û gotiye “Ji bo êrîşên bi vî awayî dubare nebin divê lêkolîneke kûr bê kirin. Ji ber vê yekê jî me ji bo lêkolînkirina êrîşa Taksîmê pêşniyara lêkolînê daye û ev berpirsiyartiya me ye.”

Herwiha Serokwekîlê Grupa AKP'yê Muhammed Emin Akbaşoğlu jî gotiye “Tirkiye ne Tirkiya berê ye. Em bi izna xwedê êrîşkarên terorîst nîvê şevê digirin û wan di darizînin. Kesên ferman jî dane li cihê wan dikujin. Ji bo wan hêzên navdewletî ku piştgirî dikin jî tişta pêwîst dikin. Ji ber vê yekê jî tiştekî bê lêkolîn nîne.”

Roja 13ê Mijdara 2022an li cadeya herî qelabalix a navçeya Taksîmê ya Îstîklal a li bajarê Stenbolê teqînek çêbû û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bibûn.

Her çiqasî hikûmeta Tirkiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêkanîna teqîna Stenbolê tohmetbar dike û bi vê hincetê Roja 20ê Mijdara 2022ê operasyonek bo ser bakûr û rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye, lê HSD'yê red dike ku ti peywendiya wan bi teqînê ve hebe.