Kanûn 01, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Akar û Lloyd Austin bi rêya telefonê li ser mijara ewlehiyê axivîn

 Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di gotûbêja bi hevpêşeyê xwe yê amerîkî re, binpêkirina serweriya Sûriyê û destêwerdana eskerî li bakurî vî welatî bi Rêziknameya NY pîne kir. 

Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, duh Çarşemiyê tev Lloyd Austin, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê gotûbêj kiriye.

 Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxûyaniyekê, meseleyên berevanî û ewlehiya dualî û navçeyî wek mijara gotûbêjan da zanîn.

 Akar di vê gotûbêjê de, operasyoan eskerî ya Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê operasyona dijî terorîsmê û mafê berevaniya rewa da zanîn û îdia kir ku ev destwerdan û binpêkirina yekparçetiya van du welatan.Li gor Xala 51ê ya Rêziknameya NY, kiryareke qanûnî ye.

 Operasyoan eskerî ya nû ya Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê ser navê Pencik-Şûrê, rastî nerazîbûna Bexda û Şamê hatiye û her du welatan bi caran daxwaza rawestandina destdirêjiyên Tirkiyê kiriye.

 Tirkiyê piştî êrişa terorîstî ya 13ê Mijdarê ya Stenbolê ku 6 kes hatin kuştin û 81 kes birîndar bûn, lome li Amerîkayê ji ber piştgiriya ji PKK'yê li Sûriyê kir.

Lloyd Austin di vê gotûbêja telefonî de, dijberiya vî welatî li hember operasyona eskerî ya nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê ser navê Pencika Şûrê ragihand.