``Dengên HDPê di navbera desthilat û opozîsyona Tirkîyê de yekalîker in``
Encamên rapirsîya kompanîyeke rapirsîyan li Tirkîyê nîşan didin ku rêjeya dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serratir ji sedî 10ê ye û bi vê yekê di hilbijartinên Serokkomariyê de dengên wê di navbera opozîsyon û desthilatê de yekalîker in.
Kompanya Lêkolînan a Asalê encamên rapirsîya xwe ya herî dawîyê aşkira kir ku li gorî wan, di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de rêjeya dengên Tifaqa Millet a opozîsyonê ji sedî 38.4 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên AKP, MHP û BBPê pêk tê ji sedî 47 e.
Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Asalê ew rapirsîya di navbera 15-24ê Mijdara 2022an de li 26 parêzgehan bi pişikdarîya 2 hezar û 500 kesan pêk anîye.
Pişikdaran wiha deng dane:
AKP: %37.7
CHP: %24,4
ÎYÎ Partî: %11,2
HDP: %10,4
MHP: %8,7
Partiya DEVA: %1.2
Partiya Pêşerojê: %0,8