Mijdar 28, 2022 17:28 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê agir bi karistaneke kîmyewî ket

Karistaneke berhemanîna madeyên kîmyewî li Tirkiyê di agir da şewitî.

 

Medyayên Tirkiyê qala agirpêketinê li karistaneke madeyên kîmyewî li parêzgeha Denîzliya vî welatî kir.

Kanala NTV'ya Tirkiyê bi weşandina hin dîmenan qala agirpêketinê li karistaneke madeyên kîmyewî li navçeya Pamûq Qeleya parêzgeha Denîzliyê kir.

Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê ragihand ku piştî agirpêketina li navçeya Pamûk Qeleya Tirkiyê dengên teqînên mezin jî hatiye bihîstin û hewildana ji bo vemirandina êgir didome.

Ti nûçeyeke piştrast derbarê rewşa karkerên heyî li vê karistanê nehatiye weşandin.

 

Serepeyv