Li gorî rapirsînekê asta meyla ji bo piştevaniya ji AKP'yê daketiye
Mijdar 27, 2022 16:39 Asia/Tehran
Encamên rapirsînekê ku Cotmeha 2022an li Tirkiyê bi cih hat nîşan didin asta meyla ji bo piştevaniya ji AKP'yê di hilbijatina seranserî ya sala bê da daketiye.
Li gorî rapora malpera Rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkiyê, li gorî encamên rapirsîna enistîtûya lêkolînî ya Rapora Tirkiyê, sedî 40,4 ji beşdarên di vê rapirsînê da ragihand ku bi ti awayî naxwazin ku di hilbijartina seranserî ya bê da dengê xwe bidin AKP'yê.
Ev di rewşekê da ye ku ev rêje di rapirsîna Sibata 2021ê da sedî 29.3 bû.
Can Selcûqî rêveberê vê enistîtûya lêkolînê bal kişande ser qeyrana aborî û zêdebûna hejmara kesên ku naxwazin dengê xwe bidin AKP'yê û got: Kar ji bo AKP'yê dijwar e.
Ev rapirsîn di 26 parêzgehên Tirkiyê da bi cih hat.