Civîna 19an a welatên garantorê demajoya Astanê hat lidarxistin
Civîna 19an a serokên welatên garantorê demajoya Astaneyê di şert û merceke taybet da hatîye lidarxistin. Divê bê gotin ku ev civîna di halekî da hatîye lidarxistin ku serokên Tirkîye û Sûrîyê bi merema hevdîtina dualî li welatekî din di halê rawêjkarîyê da ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a IRANPRESS'ê, Ebdulqadir Selvî nivîskarê nêzîkî AKP'yê jî hevdîtina serokên Enqere û Dimeşqê aşkira kir.
Ebdulqadir Selvî çavdêr û şirovekerê Rojnameya Huriyet'ê derbara peywendîyên Tirkîye-Sûrîyê da nivîsî: Li gorî ihtimalê yê hevdîtinek di navbera Receb Teyyîb Erdogan û Bişar Esed da bi mazûvanîya Vladimîr Pûtîn li Rûsiyê were lidarxistin.
Berî vîya, Serokmarê Tirkîyê amajeyî girîngîya peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê li astên istixbarat û emnî da kiribû û gotibû: Hevdîtina digel Serokomarê Sûrîyê yê di dema xwe da pêk were.