Nirxa fayîzê li Tirkiyê careke din hat kêmkirin
Mijdar 25, 2022 09:31 Asia/Tehran
Banka Navendî ya Tirkiyê hema wisa ku dihat pêşbînîkirin nirxa sereke ya Fayîza bankê bi qasî sedî 1.5 kêm kir û gihande sedî 9.
Li gorî rapora Reuters'ê, Bi ragihandina vê nûçeyê bihayê Lîreya Tirkiyê li hemberî Dolara Amerîkayê careke din daket. Niha bihayê her dolarekê gihîştiye 18,66 lîreyan.
Banka Navendî ya Tirkiyê ji çar mehan pêş va heta niha bi qasî sedî 5 nirxa fayîzê kêm kiriye.