Li Tirkiyê di 10 mehan de nêzîkî 18 hezar kompanî hatine daxistin
Li gor amarên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB), ji meha Çile heta Cotmeha îsal 17 hezar û 663 kompanya li seranserê Tirkiyê hatine girêdan. Herwiha Îsal li gor sala borî rêjeya kompanyayên ku hatine daxistinê jî %55.9 zêde bûye.
Li gorî amarên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkîyê, di Cotmeha îsal de hezar û 799 kompanyayên din hatine girêdanê û ji meha Çile heta Cotmeha îsal li Tirkiyê hejmara kompanyayên hatine girtin gehiştiye 17 hezar û 663 kompanya. Ji sala 2010ê ve ev amara herî zêde ya kompanyayan e ku di serdema Çile û Cotmehê de hatine girtin.
Herwiha di Cotmehê de hejmara kompanyayên hatine damezrandin li gor meha borî %4.5 û hejmara kompanyayên bazirganî yên şexsî jî bi rêjeya %14.5 kêm bûye. Hejmara komapanyayên ku di 10 mehên îsal de hatine damezrandin li gor heman dema sala borî bi rêjeya %24.9 zêde bûye.
Li gor amaran ji kompanyayên di Cotmehê de hatine girtin 579ê wan ên sektora bazirganî, 263 sektora berhemanînê û 252 jî yên sektora avahîsaziyê ne.