Mijdar 19, 2022 12:34 Asia/Tehran
  • 'Pişt hilbijartinê em dikarin peywendiyên xwe bi Sûriyê re ji nû ve dest pê bikin'

Serokomarê Tirkiyê: Pişt hilbijartinê em dikarin peywendiyên xwe bi Sûriyê re ji nû ve dest pê bikin.

 Li gorî nûçeya Ajnasa Nûçeyan a Tesnîm’ê, Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê li kêleka civîna Koma 20ê (G20) li Baliya Endonizyayê derbarê peywendiyên Tirkiyê bi dewleta Sûriyê re û eva ku gotibû’’ Dema wê ku were ez ê bi Esed re hevdîtin bikim, got: Di siyasetê de hetahetayê kerb û kîna me tine. Piştî hilbijartina Hezîranê li Tirkiyê dikarin peywendiyên xwe ji nû va dest pê bikin û em dê ser vê esasê rêya xwe bidomînin. Em ê rûnin, meseleyê hilkolînin û ser esasa wê dikarin xwe ji nû va ava bikin.

 Di mehên derbasbûyî de di nav derûdorên siyasî û medyayî de peywendiya bi dewleta Sûriyê ra ketiye rojevê û gelek behs û nîqaş hatine kirin û biryar hat dayîn ku şandeke siyasî bi serokatiya Dogu Perînçek Serokê Partiya Weten a Tirkiyê here Sûriyê û bi Beşar Esed re hevdîtin û gotûbêjê bike.

 Lê Şamê gotibû ku pêşmercê her cure normalkirina peywendiyan derxistina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê ye û ji Enqereyê jî xwestibû ku dev ji piştgiriya xwe ji terorîstên nasyar bi Artêşa Azad û Cebhet Ul-Nusreyê berde.

 

 

Serepeyv