Mijdar 17, 2022 16:20 Asia/Tehran
  •  TUÎK’ê rêjeya bêkariyê li Tirkiyê eşkere kir

TUÎK’ê da zanîn ku di çaryeka salê de rêjeya bêkariyê li Tirkiyê bûye ji sedî 10. 


 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), rêjeya bêkariyê ya çaryeka salê ku mehên Tîrmeh û Îlonê digire nava xwe, parve kir.

Li gorî vê yekê; rêjeya bêkariyê ya ji bandorên demsalê hatiye safîkirin weke ji sedî 10 hat destnîşankirin. 
 
Li gorî daneyan, rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15-24’ê saliyê de ji sedî 19,1, rêjeya bêkariyê ya zilaman ji sedî 8,7 û ya jinan jî ji sedî 12,8 e.