Mijdar 15, 2022 11:17 Asia/Tehran
  • Bloomberg'ê hişyarî da: Opozîsyona Tirkîyê bêyî HDP'yê ser nakeve

Dewra bê ya hilbijartina serokomartî û parlimana Tirkîyê yê di Hezîrana sala bê da were lidarxistin, lewam ji nika va rikeberî di navbera opozîsyonê û partîya serdest destpê bûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kurdpress'ê, Ajansa Nûçeyan a Bloomberg'ê di raporekê da ku li cîyê jidêbûna Erdogan amade kirîye, gihîştîye vê encamê ku niştecihên wê herêmê tevî jordaçûna berfire ya asta zamê yê dengê xwe bidin wî.

Vê ajansa nûçeyan herwiha amajeyî hema bêje çêtirbûna rewşa Erdogan anegorî salên buhurî li gorî rapirsîyan kirîye.

Di vê navberê da 6 partîyên dijberê Receb Teyyîb Erdogan ku 20 sal in desthilat li Tirkîyê girtîye destê xwe, lê digerin wî ji desthilatê wêda bidin.

Lê Ajansa Nûçeyan a Bloomberg'ê amajeyî 2 lawazîyên opozîsyonê dike; ya yekê lihevnekirina têkildarî berbijarekî hevpar ji bo rikeberîya himberî Erdogan û ya duyê jî lihevnekirina têkildarî wergirtina HDP'yê di nava vê hevalbendîya şeşalî da, Eva di halekî da ye ku HDP partîya sisêyan a bihêz li Tirkîyê tê hesêb û li gorî Bilûmbêrgê alîgirên vê partîyê rola dîyarker di encama hilbijartinan da li Tirkîyê hene.

 

Serepeyv