Berûlayên nû yê teqîna terorîstî li Stenbola Tirkiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Amerîkî yekem kes in ku jin paş perdeya vê bûyerê haydar in.
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê îro qala girtina sebebkarên teqîna meydana Teqsîmê ya Stenbolê kir.
Silêman Soylû Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi gotina vêya ku sebebkara sereke ya teqîna roja Yekşemê hevrê digel 21 kes ji hevkarên xwe hatine desteserkirin, got: Tevî şandina peyama sersaxiyê ji aliyê amerîkiyan va, ew yeke kes in ku haya wan ji paş perdeya vê cinayetê heye.
Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê çend saetan piştî teqîna li Meydana Teqsîmê ya Stenbolê bi gotina vêya ku sebebkara teqînê ser bi komên cudatîxwaz e, got: Bi zûtî berûlayên zêdetir ji vê bûyerê tên aşkirakirin û dewleta Tirkiyê dê sebebkarên cinayetê ceza bike.
Di encama teqîna terorîstî ya berêvara Yekşemiyê li Kolana Itiqlalê ya Tirkiyê da şeş welatiyên Tirkiyê ji wan keçzarokeke sê salî hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn.