Mijdar 14, 2022 13:02 Asia/Tehran
  •  Têkildarî teqîna li Taksîma Stenbolê kesek hat binçavkirin

Wezîre Karê Navxweyî yê Tirkiyê diyar kir ku têkildarî teqîna li Cadeya ÎstÎklalê kesek hatiye binçavkirin.

Roja Yekşemê li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê teqînek rû da û di encamê de 6 kes mirin û 81 kes jî birîndar bûn.

Wezîre Karê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylû têkildarî teqînê daxuyanî da û diyar kir ku kesek ku bombeye daniye wir hatiye binçavkirin. Soylû got berê jî 21 kes hatine binçavkirin. Soylû îdia kir ku “nîşane PKK’ê îşaret dikin.” 

Soylû da zanîn ku 50 kesên di teqînê de birîndar bûbûn û dihatin tedawîkirin ji nexweşxaneyan hatin derxistin û ji birîndarên mayî rewşa 2 jê giran e û 5 kes di beşa lênihêrîna awarte de tên tedawîkirin. Soylû navê kesên mirine jî eşkere kir; Arzu Ozsoy, Yagmûr Ûçar, Yusuf Meydan, Ecrîn Meydan, Adem Topkara û Mukaddes Topkara. 

Li aliyê din hat ragihandin ku Îrem Esendemîr a ku polîs piştî teqînê gule berdabûn çonga wê û sînga wê xetereya jiyanî ji ser xwe avêtiye.

Serepeyv