Mijdar 14, 2022 09:01 Asia/Tehran
  • Berteka Erdogan li hemberî teqîna li Stenbolê ya Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê teqîna duh piştî nîvro (Yekşemê) bi terorîstî nirxand.

Li gor daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, duh danê nîvro (Yekşemê) ji ber teqîna bombeyeke ku li cadeya Îstiqlal a taxa Taksîmê ya Stenbolê pêk hat, 6 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala televizyona El Cezîreyê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Yekşemiyê wek yekem berteka li hember teqîna li cadeya Taksîmê ya Stenbolê de, soz da ku berpirsên teqînê nas bike û wan ceza bike.

Erdogan got ku em li ser vê teqînê lêkolîn dikin û got ku terorîstên li Tirkiyê nagihêjin armancên xwe.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku pêkhateyên ku hewl didin hikûmeta Tirkiyê lawaz bikin dê negihêjin armancên xwe.

Heta niha ti kes û komekê berpirsyariya vê teqînê negirtiye ser xwe.

 

Serepeyv