Mijdar 14, 2022 08:26 Asia/Tehran
  • Hewcetiya cidî ya opozîsiyona Tirkiyê bo dengê kurdan ji bo serkeftina li hemberî Erdoxan

Hem opozîsiyona Tirkiyê û hem jî partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Receb Teyib Erdoxan ji bo rikeberiya di hilbijartina sala 2023an li vî welatî xwe amade kirine.

Li gorî nûçeya Kurdpressê, Enistîtûya lêkolînên siyaseta derve di şiroveyekê da rewşa aliyên rikeberiyê di vê hilbijartinê da vekolandiye.

Bi nêrîna Cêymz Reayan lêkolerê vê ramangeha siyasî, opozîsiyona Tirkiyê ya pêkhatî ji şeş partiyên sereke ji wan partiya Komarîxwaz (CHP) û IYI Partiyê vîneke cidî ji bo bidawîanîna jiyana siyasî ya Receb Teyib Erdoxan û wêdadayîna wî û partiya wî li vî welatî hene. Wan pirsgirêkek heye; ew nikarin digel Partiya HDP'yê ya alîgirê kurdan bibin hevpeyman, lê hewcetiya wan bi dengê kurdên alîgirên vê partiyê heye.

Wî teekz kiriye ku partiyên opozîsiyona Tirkiyê ji bo derbasbûna ji Erdoxan û AKP'yê divê sedî 50 zêdeyî yekê dengan bi dest bixin; tiştê ku bêyî wergirtina dengê dengderên kurd ne pêkan e.

 

 

 

Serepeyv