Li bakurê Iraqê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Mijdar 12, 2022 13:34 Asia/Tehran
Li bakûrê Iraqê di encama şer û pevçûna bi hêzên PKKê re leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Li gorî rapora kanala radyo û televizyona Tirkiyê (TRT), wezareta berevaniya vî welatî şeva buhurî (În) li bara kuştina serbazekî artêşa Tirkiyê li bakûra Iraqê daxuyaniyek da.
Li gorî vê daxuyaniyê çawişê piyade (astsubay) Emre Sevinç li herêma operasyona Pence Kilîdê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê di encama gullebarana endamên PKK’ê de birîndar bû û tevî hewldanên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku piştî nerazîbûna Iraqê li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û kuştina welatiyên sivîl ên Iraqê di van êrîşan de, Konseya Asayişa Navdewletî biryarek li dijî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê derxist.