Mijdar 11, 2022 18:30 Asia/Tehran
  • Erdoxan û Eliyêv li paş deriyên girtî civiyan

Serokomarê Tirkiyê li kêleka serdana xwe ya bo Uzbekistanê li paş deriyên girtî bi hevpêşeyê xwe yê Komara Azerbaycanê ra civiya.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Receb Teyib Erdoxan û Îlham Eliyêv serokên Tirkiye û Komara Azerbaycanê li bajarê Semerqenda Uzbekistanê bi qasî saetekê li paş deriyên girtî civiyan.

Gerçî ku li hûrgiliyên hevdîtina Erdoxan û Eliyêv ti nûçeyek nehatiye weşandin, lê beşa çapemeniyê ya Ofîsa serokomartiya Komara Azerbaycanê ragihand ku encamên civîna Sûçiyê ji mijarên vê hevdîtinê bûye.

Rêberên sê welatên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê roja 31ê Cotmeha 2022an li bajarê Sûçiya Rûsiyê civiyan.

Hevdîtina Erdoxan û Eliyêv li Uzbekistanê li kêleka nehemîn civîna Rêxistina Welatên Tirk li bajarê Semeqendê pêk hat.

 

Serepeyv