Mijdar 11, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Peywendiyên bazirganiyê navbera Tirkiye û Rûsiyê berfireh bûye

Tirkiye bûye yek ji mezintirîn şirîkên Rûsiyê yên bazirganiyê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Navenda Amarê ya Tirkiyê bi raporekê ragihand, asta bazirganiya du welatan di meha Îlonê da gihîştiye rekora mehane ya miliyarek û 100 miliyon dolarî.

Li gorî vê raporê, danûstandina bazirganiyê navbera Tirkiye û Rûsiyê di Îlona îsal da 2.3 beranber zêdetir ji vê heyamê di sala 2021ê da bûye.

Tirkiye di sala 2021ê da li nav şirîkên Rûsiyê di rêza 11an da bû; lê di havîna 2022an da bû pêncemîn şirîkên bazirganiyê yê vî welatî.

 

 

 

Serepeyv