Mijdar 09, 2022 19:17 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê ji bo saleke din cezayên li dijî Tirkiyê dirêj kirin

Yekîtiya Ewropayê ji ber xebatên lêgerînê yên li rojhilatê Deryaya Spî, cezayên li dijî Tirkiyê saleke din jî dirêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Konseya Ewropayê roja sêşemiyê daxûyaniyek weşand tê de diyar kir ku vê Yekîtiyê biryar daye cezayên ku ji Sibata 2020an ve li ser welatiyên Tirkiyê sepandibû, ji ber berdewamiya xebatên lêgerînê yên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî, heta 12ê Mijdara 2023an dirêj bike.

Di nav van tedbîrên sînordarkirinê de qedexeya derketina derve ya 2 rayedarên Şîrketa Petrolê ya Tirkiyê (TPAO), cemidandina mal û milkên wan û qedexeya fînansê hatine berçavgirtin.

Di nav van cezayan de cîgirê rêvebirê giştî û endamê lijneya rêvebiriya şirketa petrolê ya Tirkiyê “Mehmed Akalin” û cîgirê beşa lêkolînê ya şirketê “Ali Namoglu” ku her du berpirsê plansazkirin, rêvebirin û meşandina kar û barên lêgerînê li Rojhilatê Derya Spî ne.

Rageşî û aloziyên li rojhilatê Deryaya Spî bi lêgerîna Tirkiyê ya ji bo peydakirina neft û gazê li avên ku Qibris û Yewnanîstan wan wekî herêmên xwe yên aborî bi nav dikin, dest pê kir.

Ev çend deh sal in girava Qibrisê bûye du beş: Yewnanî li başûr û tirkî li bakur, ku beşa tirkî tenê ji hêla Tirkiyê ve tê naskirin. Bi vedîtina çavkaniyên hîdrokarbonê li peravên girava Qibrisê di sala 2011an de, nakokiyên di navbera Atîna û Enqerê de li ser vê giravê kûrtir bûne.

Serepeyv