Mijdar 09, 2022 12:53 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Swêd û Fînlandayê şertên Enqerê ji bo endamtiya NATOyê bi cih neanîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got: Fînlanda û Swêd heta niha garantiyên ewlehiyê yên welatê xwe wek mercê pêşwext ên Enqerê ji bo endambûna wan di NATOyê de bi cih neanîne.

Ji bo razîbûna bi daxwaza Fînlanda û Swêdê ji bo endambûna NATOyê, Tirkiyê şert û mercên weke rêgirtina li çalakiyên PKKê li vî welatî daniye. Swêd û Fînlanda jî soz dane ku şert û mercên Tirkiyê bi cih bînin, lê danûstandinên ji bo bidestxistina rêkeftina Tirkiyê hê jî berdewam in.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mevlut Çavuşoglu îro sêşemiyê got: Swêd û Fînlandayê hemû sozên xwe yên li hemberî Enqerê cih neanîne û civîna bê ya li bara van peymanan dê gelek girîng bibe.

Çavuşoglu got: Helbet van her du welatan ji bo endamtiya NATOyê gavên girîng avêtine, lê di qonaxa niha de ev tedbîr têr nakin.

Beriya vê jî civîneke sê alî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de li Helsînkî ji bo nirxandina memoranduma hevbeş a van welatan derbarê mijarên ewlehiyê yên Tirkiyê de hat lidarxistin. Enqere dibêje, heta niha welatên navborî pabendî van rêkeftinan nebûne.

Li gor Çavuşoglu, civîneke din jî dê li Stockholmê were lidarxistin, ku ji bo her sê welatan dê girîng û bi bandor bibe.

Di vê navberê de, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristerson roja Sêşemê çûye Enqerê û li ser îhtîmala ku Tirkiye serlêdana Swêdê ya endametiya NATOyê qebûl bike gotûbêj dike.

Kristersson berê gotibû ku Stockholm bi rêxistinên girêdayî PKKê re hevkariyê nake. Swêd her wiha qedexeyên li ser hinartina alavên leşkerî û cengê yên ji bo Tirkiyê ku di sala 2019an de qebûl kiribû rakir.

Serepeyv