Mijdar 09, 2022 09:28 Asia/Tehran
  • Ji ber şewsatê li Bursaya Tirkiyê 9 welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê agir bi malekê ket û di encamê de 9 penaberên Sûrî canê xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok in.

Li bajarokê Yildirim yê ser bi Bursayê ve, derengê şeva borî agir bi malekê ket. Di encama şewatê de 8 zarok û dayikekê ku penaberên Sûrî ne canê xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya Tirkiyê, tîmên agirkujiyê, polîs û ambulans piştî ku ji cihê şewatê hat agahdarkirin, ji bo alîkariyê gihîştin cihê bûyerê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Alinur Aktaş da zanîn, temenê zarokan di navbera 1 û 11 salî de ye. 6 zarok xwişk û bira ne û Ddayika wan jî 31 salî ye. 2 zarok jî biraziyê malbatê ne.

Şaredarê Bursayê herwiha diyar kir, bavê zarokan ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hat rizgarkirin. Herwiha ji ber dukelê, dayik û bav û zarokek jî jehrawî bûn.

Li gorî tîmên agirkujê, agir ji ber sobeyê bi malê ketiye.

Piştî sala 2011ê hejmarek mezin ji xelkê Sûriyê ji ber rewşa şerê li wî welatî ku destê dewleta Tirkiyê jî tê de bû koçberî welatên cîran bûne. Li gor amaran, niha zêdetir ji 3.6 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê dijîn.

Serepeyv