Mijdar 08, 2022 10:24 Asia/Tehran
  • Plana ku Tirkiye ji bo veguhestina genim pêşkêşî Rûsyayê kir

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku vî welatî pêşniyareke nû derbarê veguhestina genim ji Ukraynayê pêşkêşî Rûsyayê kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê şeva buhurî (Duşem) bi daxûyaniyekê ragihand ku bi armanca girêbesta yek-salî ji bo hinartina genim ji benderên Ukraynayê bi riya Korîdora Deryaya Reş, pêşniyarek pêşkêşî Rûsyayê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî wergirtina pêşnûmeya lihevkirina li ser hinartina genim ji bo salekê piştrast kir.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja Çarşemê got, piştî hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevdîtinên wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Rûsyayê, li ser vegerandina korîdora veguhestina genim li Deryaya Reş, lihevkirineke nehênî pêk hatiye.

Di heman rojê de, Rûsyayê jî ragihand ku ew dê vegere rêkeftinê piştî sozdariya nivîskî ya aliyê Ukraynayê ku dev ji bikaranîna korîdora genim ji bo armancên leşkerî berde.

Serepeyv