Mijdar 07, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Bihayê li Tirkiyê duqat zêde bû / Kirêya malê sedî 85 jorda çû

Amarên weşandî li Tirkiyê nîşan didin ku nirxa enflasiyona rasteqîn li vî welatî sedî 200 e; lê tevî vêya dewleta Erdoxan li dijî zêdekirina nirxa fayîzê ye.

Tirkiye wek welatekî di navbera Asya û Ewropayê da ev demek e ku tûşî qeyrana aborî bûye; bi awayekî ku di roja 3ê Mijdarê da Rêveberiya Amara Tirkiyê ragihand ku nirxa enflasiyonê li vî welatî gihîştiyeb sedî 85.5ê.

Raporên din nîşan da ku xerca jiyanê li Tirkiyê gelekî zêde bûye û wek mînak bihayê madeyên xwariniyê li vî welatî di heyama salekê da duberanber bûye. Her wiha nirxa rehnkirin û kirêya malê jî sedî 85 li Tirkiyê zêde bûye.

Di roja 20ê Cotmehê da Banka Navendî ya Tirkiyê ji bo cihanîna siyasetên aborî yên Receb Teyib Erdoxan serokomarê vî welatî nirxa fayîzê careke din û bi qasî sedî 1.5 kêm kir. Ev sêyemîn meha lipeyhev bû ku banka Navendî ya Tirkiyê nirxa fayîzê li vî welatî kêm kir. Erdoxan dibêje fayîz (nirxa behreya bankê) dijminê Tirkiyê ye.

Seerokomarê Tirkiyê di dawiya Îlonê da gotibû ku şerê wî yê herî mezin li dijî nirxa fayîzê ye û dijminê wî yê herî mezin jî hema ev nirxa fayîzê ye. Lê tevî zêdebûna rêjeya enflasiyonê,

Erdoxan hema wisa li ser kêmkirina nirxa fayîzê li Tirkiyê israr dike.

Vê dawiyê Sindoqa Navneteweyî ya Pere ji Tirkiyê xwestiye ku nirxa fayîzê zêde bike û tê gotin taximeke vê sindoqê serdana Stenbol û Enqereyê kiriye da ku piştî rûbirûbûna beşa sivîl û dewletî li Tirkiyê ji bo qeyrana aborî li vî welatî çareseriyekê bike.

Sindoqa Navneteweyî ya Pere di rapora xwe ya seretayî da ragihandiye ku siyaseta kêmkirina nirxa fayîzê ku di dawiya sala 2021ê da herî zêde bûye, bûye sebeb ku Tirkiyê herî zêde ji hêla

aborî va tûşî ziyanê bibe û li kêleka zêdebûna rêjeya  enflasiyonê û daketina bihayê lîreyê rewş li vî welatî xerabtir kiriye.

 

Serepeyv