Mijdar 07, 2022 15:33 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê bi hezaran aweareyên sûrî dersînor kirine

Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê qala dersînorkirina bi hezara awareyên sûrî ji Tirkiyê kir.

Ismayîk Çataklî Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Tirkiye jî wekî welatên din dikeve bin bandora awareyan û Enqere ji bo rêgirtin li koçberiya neqanûnî gelekî hewil dide.

Çataklî îdia kir: Hejmara sûriyên ku ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe gihîştiye 531326 kesî û her wiha hejmara yên ku niha li Tirkiyê ne jî sê miliyon û 611143 kes e.

Alîkarê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê mukir hat ku di Îlonê da 24998 koçberên sûrî li vî welatî hatine girtin.

Tirkiye ku tûşî qeyrana aborî ya giran bûye û ji ber vê yekê dersînorkirina penaxwazan xistiye rojeva xwe bi caran ji ber reftara nebaş digel penaxwazan bi taybet awareyên sûrî, ketiye ber rexneyên tund ên rêxistinên mafên mirovan.

 

 

Serepeyv