Mijdar 06, 2022 18:44 Asia/Tehran
  • Pêşbîniya rojên dijwartir ji bo gelê Tirkiyê

Bloomberg di nirxandina xwe ya li ser rewşa aborî ya Tirkiyê de, rojên dijwartir ji bo xelkê vî welatî pêşbînî kir.

Malpera nûçeyan a Bloombergê ji zarê pisporên aboriyê di raporekê de, berdewamiya zêdebûna enflasyonê li Tirkiyê ragihand û got, "Rêjeya zêdebûna salane ya enflasyonê di meha cotmehê de gihîşt %85.6, her 22 vekolerên vê enstîtuyê di wê baweriyê de ne ku enflasyon dê her zêde bibe. vê mehê."

Aborînasê derecebilind ê Terra Investments li Stenbolê Envar Erkan derbarê zêdebûna bihayan de li Tirkiyê got, "Piştî meha cotmehê lezbûna zêdebûna bihayan dê nerm bibe, lê enflasyon hîn jî ber bi jor diçe."

Bloomberg, ji ​​zarê pisporan, polîtîkayên aborî yên şaş û ne konvansiyonel ên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, astengkirina zêdekirina faîza bankeyan bi armanca rêgirtina li enflasyonê, weke sedema vê rewşê bi nav kir.

Berevajî prensîbên heyî yên di warê aboriyê de di derbarê hewcedariya zêdekirina faîzê bi armanca kêmkirina enflasyonê, Erdogan di dawiya sala borî de bi pêşkêşkirina modela bi navê "Aboriya Nû", pêşketina aborî ji riya zêdekirina hinardekirin, veberhênan û afirandina karên nû, di heman demê de berçavnegirtina nirxê dolar, kire karê xwe yê sereke.

Di bin zexta Erdogan de, banka navendî hewl dide ku faîza bankeyan bike yek jimar.

Di vî halî de Sindoqa Navdewletî ya Pereyan, ev siyaset û biryarên Erdogan red kirin û zêdekirina faîza bankeyan û pêkanîna siyaseta guvişandina darayî weke tekane çareserî ji bo rêgirtina li krîza aborî li Tirkiyê pêşniyar kir.

Enflasyon li Tirkiyê niha ji jimareyên ku banka navendî radigehîne hema hema 17 qat zêdetir e. Li Stenbolê, ku bajarê herî qelebalix û dewlemend ê Tirkiyê ye, enflasyona firotina hûrik hûrik a salane ji sedî 10,9 zêde bû.

Erdogan ji bo serketina li hilbijartinên serokomariyê yên Hezîrana 2023an dest bi axaftinên xwe yên kampanyayê kir û herî dawî soz da ku di demeke nêz de rewşa aborî baş bike.

Serokomarê Tirkiyê di meha borî de berovajî amarên eşkere yên parametrên aborî îdia kiribû ku ewê enflasyon û faîzê kêm bikin û her tiştî bixin ser rêya rast.

Serepeyv