Guvişandina aborî tekane rêya rizgarkirina Tirkiyê ye
Sindoqa Pere ya Navnetewî polîtîkaya guvişandinê wekî tekane riya rizgarkirina Tirkiyê ji krîza aborî bi nav kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Sindoqa Navdewletî ya Dirav duh Şemiyê ragihand ku Tirkiye divê siyasetên diravî yên guvişandinê bigire ber xwe û serxwebûna banka navendî ya xwe zêde bike.
Vê sindoqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê, kêmkirina enflasyonê û di pey re restorekirin û vegerandina rezervan, divê rêjeya faîzê bê zêdekirin û serxwebûna Bankaya Navendî ya Tirkiyê bê xurtkirin.
Di heman demê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan siyasetek berevajî pêşniyara sindoqa diravî ya navneteweyî girtiye ber xwe. Li ser daxwaza Erdogan, Banka Navendî ya Tirkiyê di 3 mehên dawî de rêjeya faîzê ji sedî 3,5 daxist û gihand ji sedî 10,5.
Lîreyê Tirkî par %44 û îsal %29 nirxê xwe li hember dolar winda kir û rêjeya enflasyonê ya salane li vî welatî di meha Cotmehê de gihîşt %85.5.
Qeyrana aborî ya li Tirkiyê û nekarîna hikûmetê ji bo çareserkirina vê qeyranê, populerbûna partiya desthilatdar (Edalet û Geşepêdanê) û serokomarê Tirkiyê Erdogan gelekî kêm kiriye. Partiyên opozisyonê yên hikûmetê beriya niha bi avakirina koalîsyonên ji bo danasîna namzetê yekîneya hilbijartinê ji bo ku Erdogan ji desthilatdariyê biavêjin, ketin nava tevgerê.