Mijdar 03, 2022 21:24 Asia/Tehran
  • Serdana Sekreterê Giştî yê NATOyê bo Tirkiyê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) Jens Stoltenberg îro Pêncşemê serdana Tirkiyê dike ji bo ku bi rayedarên Tirk re bicive.

Ev seredan di demekê de ye ku Tirkiyê li dijî daxwaza Fînlanda û Swêdê ya endambûna NATOyê derketiye. Helbet Enqere daxwaza vê dawiyê wek derfetek bikar aniye ji bo rêgirtin li çalakiyên PKKê li welatên Ewropayê bi taybetî li Swêdê.

Xelkê Tirkiyê jî ev seredan wekî derfet bikar anîn û careke din nerazîbûna xwe li hember bicihbûna hêzên NATO û Amerîkayê li welatê xwe nîşan dan.

Li gorî malpera rojnama Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro pêncşemê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re dicive û gotûbêjê dike.

Stoltenberg dê sibê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive û gotûbêjan bike.

Herwiha tê payîn ku sekreterê giştî yê NATOyê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Halûsî Akar re jî hevdîtinê bike.

Di hevdîtinên Sekreterê Giştî yê NATOyê û rayedarên Tirkiyê de nirxandina dawîn pêşhatên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê û pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandayê di NATOyê de ji mijarên herî girîng in.

Sekreterê Giştî yê NATOyê beriya serdana xwe ya Tirkiyê bi telefonê bi Serokwezîrên Swêd û Fînlandayê re axivî.

Endamtiya Tirkiyê di NATOyê de di sala 1952an de ji destpêkê ve bi dijberiya xelkê vî welatî re bûye.

Amerîka bi hinceta parastina sînorên başûrê NATOyê hêzên xwe li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê bi cih kir.

Serepeyv