Tekezkirina Erdogan li ser berfirekirina peywendiyên bi Rejîma Siyonîst re
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser pêşxistina peywendiyên dualî bi Rejîma Siyonîstî re pêgirî kir.
Enqere hertim îdiaya piştevaniya ji miletê Filistînê li hember dagîrkerî û cinayetên Rêjîma Siyonîst dike, lê ev piştgirî tenê bi gotinan hatiye nîşan dayîn. Tirkiyê di sala 1949an de Rejîma Siyonîst bi fermî nas kir û ji wê demê ve pêwendiyên nêzîk di navbera her du aliyan de bi taybet di warê aborî û leşkerî de dest pê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh (çarşemê) li bara berdewamiya berfirehkirina peywendiyên xwe bi Rêjîma Siyonîst re got: Em dixwazin peywendiyên xwe bi Israîlê re bidomînin, lê bila encamên dawî yên hilbijartinanr çi dibe bila bibe."
Hilbijartinên Knessetê (Meclîsa) Rêjîma Siyonîst sibeha sêşemiyê ji tirsa operasiyonên berxwedanê yên Filistînê di bin siya tedbîrên tund ên ewlehiyê de hatin lidarxistin.
Serokomarê Tirkiyê bal kişande ser vê yekê ku di heyama derbasbûyî de hevdîtina rayedarên Enqere û Tel Avîvê di asteke bilind de pêk hatin û di dewamê de got: "Di 17ê Tebaxê de dema ku me biryara fermî dabû ji bo normalîzekirina têkeliyên tevahî, me pêwendiyên bi dû hev û nêzîk bi aliyên Israîlî re pêk anîn."
Ev daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê di demekê de ye ku li gorî gelek pisporan, siyonîst bi têgihîştina rewşa siyasî û aborî ya dewleta Tirkiyê, hewl didin ku bi awayeke nepakî ji şiyanên vî welatî ji bo berjewendiyên xwe yên nerewa û nebaş ên navçeyê bikar bînin. lewra sefera heftiya borî ya Benny Gantz, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê, di çarçoveya pêkanîna van armancan de tê nirxandin.