Mijdar 02, 2022 21:44 Asia/Tehran
  • Erdogan: Korîdora genim dîsa dest bi xebatê kir

Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser axaftina xwe ya li gel hevtayên xwe yên Rûs û Ukraynayê û behsa ji nû ve destpêkirina korîdora genim kir.

Li gorî rapora Tasnim`ê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku duh (Sêşemê) li ser têlefonê bi Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsyayê re axivî, got: Korîdora veguhestina genim dê îro ji cihê ku rawestiya dest pê bike.

Berî niha Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ji rêkeftina navbera Tirkiye û Ukraynayê bo veguhestina 16 keştiyên genim ji Deryaya Spî xeber daibû.

Li gor çavkaniyên Ukraynayê ev keştî dê herin bendera Mêrsînê ya Tirkiyê û ji wir jî dê herin welatên din.

Moskow roja Şemiyê beşdarbûna xwe di peymana genim de rawestand piştî êrîşeke derona Ukraynayê li ser keştiyên fîloya Rûsî ya Deryaya Reş li Sevastopolê. Moskow tekez kir ku Brîtanya di amadekariyên vê êrîşa terorîstî û perwerdekirina leşkerên Navenda Operasyonên Taybet ên Deryayî de cih girtiye.

Serepeyv