Mijdar 02, 2022 09:32 Asia/Tehran
  • Parlementerên Tirkiyê bi rayedarên Ermenistanê re ser vekirina sînorên her du welatan şêwirî

Parlamenterê Tirkiyê yê bi eslê xwe ermenî Garo Paylan bi Serokomarê Ermenistanê re hat bal hev û li ser vekirina sînorên di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.

Di demekê de ku danûstandinên navbera Enqere û Êrîvanê ji bo asayîkirina peywendiyan berdewam dikin, parlamenterekî Tirkiyê di rojên derbasbûyî de çû Ermenîstanê û bi rayedarên payebilind ên wî welatî re hevdîtin kir.

Li gor nûçeya malpera “Armen Press”ê, Garo Paylan, parlementerê ermenî yê parlemana Tirkiyê, roja sêşemê (duh) bi serokkomarê Ermenistanê Vahagen Xaçaturyan re hevdîtin pêk anî.

Nivîsgeha Serokomariya Ermenistanê ragihand ku Xaçaturyan û Paylan li ser mijarên wekî pêvajoya asayîkirina peywendiyên navbera Êrîvan û Enqerê û îmkan û perspektîfên vekirina sînorên her du welatan gotûbêj kirin.

Di gera xwe ya bo Êrîvanê de, ev endamê parlemana Tirkiyê bi serokwezîr, wezîrê derve û serokê parlemana Ermenistanê re jî hevdîtin pêk anî.

Serepeyv