Mijdar 01, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Ciwanên Tirkiyê ji AKP'yê dûr ketine

20 milyon dengderên ciwan dê çarenûsa hilbijartina bê li Tirkîyê dîyar bikin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Yeni Asya'yê, Bekir Agirdir lêkolerê sîyasî û Serokê Dezgeha Rapirsîyê ya Konda'yê ragihand: Heke hilbijartina bê ya Tirkîyê weke beşeke hewla ji bo xilasbûna ji belaya dewleteke popolîst ji rêyên demokratîk ser bikeve, yê ji bo cîhanê bibe mînak.

Wî herwiha got: ji 62 milyon dengderan 20 milyon dengder ciwan in. dewlet herî zêde dikare dengê 3 milyon an 4 milyon ciwanan bi dest bixe. Ciwanên din dikarin dengê xwe bidin neyarên Erdogan.

Agirdir herwiha got: Heke dewlet bi helekopteran zêra ser serê kurdan da bibarîne jî yê ti encamekê bi dest nexe û ji 10 kurdan tenê 2 kes dengê xwe didin AKP'yê. Eva gellekî girîng e, ji ber ku di sala 2010an da ji her 10 kurdan 5 kesan dengê xwe dida AKP'yê.

 

Serepeyv