Mijdar 01, 2022 10:22 Asia/Tehran
  • Erdoxan soza dirêjkirina heyama lihevkirinameya ji bo veguhestina dexl û danê ji Ukraynê da

Serokomarê Tirkiyê soz da ku ji bo dirêjkirina lihevkirinameya firotin û veguhestina dexl û danê ji bendergehên Ukraynê hewil bide.

Li gorî rapora TRT'yê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Duşemiyê soza Enqereyê dubare kir û got: Tevî şik û gumana Rûssiyê (ji bo dewama şandina dexl û danê ji Ukraynê), Tirkiye dê bi awayekî bihêz hewildanên xwe ji bo dirêjkirina lihevkirinameya veguhestina dexl û danê ji Ukraymê bidomîne.

Rûsiye daxwaza pêkanîna derfetekê ji bo firotina berhemên rûsî ji wan gûbreyê bo bazarên cîhanî ye û Erdoxan tevî amajeya bi vê daxwazê got: Gerçî ku Mosko ji ber rabernekirina vê derfetê ji bo kelûpel û berhemên Rûsiyê bi giman e, lê em ê hewildanên xwe ji bo xizmeta li mirovahiyê bi awayê berdewam bidomînin.

Wî got: Piştî girêdana lihevkirinameya navbirî, heta niha 9.3 miliyon ton dexl û dana Ukraynê gihîştiyeb ber destê welatên din.

Rayedarên Rûsiyê roja Înê ragihand, ji ber boykotên welatên rojavayî derfet ji bo şandina dexl û dan û gûbreyên Rûsiyê bo welatên din tuneye û ragihandina biryara Moskoyê derbarê dirêjkirina lihevkirinameya dexl û danê bo 18ê Mijdarê paş da avêt.

 

 

Serepeyv