Cotmeh 30, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Kêmbûna rezervên diravê biyanî û zêr ên Banka Navendî ya Tirkiyê

Rezervên diravên biyanî û zêr li Banka Navendî ya Tirkiyê bi awayekî ber bi çav kêm bûye.

Krîza aborî li Tirkiyê her derî vî welatî girtiye ber xwe û hikûmeta vî welatî ji bo kontrolkirina nirxê lîreyê li hember dolar, neçar e bi dehan milyar zêde faîza bankî bide.

Li gorî rapora roja yekşemê ya malpera NTV ya Tirkiyê, li gorî amarên herî dawî yên Banka Navendî ya Tirkiyê, nirxa giştî ya diravê biyanî û rezervên zêr ên Banka Navendî ya Tirkiyê di heftiya dawîn a ku bi roja 21ê Cotmehê diqede de, du milyar û 59 milyon dolar kêm bûye û gihêştiye 113 milyar û 967 milyon dolaran.

Tevahiya rezerva diravê biyanî û zêr ya Bankeya Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku bi roja 14ê cotmehê diqede wek 116 milyar û 26 milyon dolar hat ragihandin.

Rezerva diravê biyanî ya neto(safî) ya Bankeya Navendî ya Tirkiyê di hefteya ku diqede 21ê cotmehê milyarek û 56 milyon dolar kêm bû û derket 75 milyar û 116 milyon dolarî.

Nirxa rezerva zêr ya Banka Navendî ya Tirkiyê milyarek û çar milyon dolar kêm bû û derket 38 milyar û 851 milyon dolarî.

Rewşa aloz û kaotîk a aborî li Tirkiyê û nekarîna hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, populerbûna Recep Tayyîp Erdogan û partiya desthilatdar a Edalet û Geşepêdanê (AKP) kêm kiriye.

Serepeyv