Cotmeh 30, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • Êrîşên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li ser Iraq û Sûriyê berdewam in

Tevî dijberiya hikûmet û gelên Iraq û Sûriyê, artêşa Tirkiyê careke din êrişî navçeyên van her du welatan kir.

Li gorî malpera TRT Tirkiyê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de îdia kir, di operasyona ku bi balafireke bêpîlot li devera Qere ya bakurê Iraqê li dijî endamên PKKê hat kirin, 4 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke din artêşa Tirkiyê îdia dike ku 2 endamên YPGê yên ku xwe amade dikirin êrişî hêzên Tirkiyê bikin, di encama operasyonên leşkerî yên vî welatî de li devera operasyona bi navê Kaniya Aştiyê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Zêdetirî 2 sal in ku hêzên artêşa Tirkiyê bi çeteyên xwe ve bi hinceta şerê dijî terorîstan êrişî bakurê Iraqê û Sûriyê dikin û gelek deverên van du welatan dagîr kirine.

Herwiha PKKê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê li bakura Iraqê çekên qedexe yên kîmyawî li dijî şervanên vê komê bikar tîne ku ji ber vê yekê herî dawî 17 endamên PKKê hatine kuştin.

Di encama êrîşên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKK û YPGê li bakurê Iraq û Sûriyê de bûne sedema kuştina gelek kesên sivîl ji welatiyên van du welatan ku gelek jin û zarok  jî di nav wan de ne û ji bilî vê yekê van êrişan gelek xisrên maddî jî li milk û malên xelkê Sûriyê û Iraqê xistine.

Serepeyv